Partiyên Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Herêma Marmarayê de li Qadikoy a Stenbolê mitînga jinan li dar dixe. Mitîng, bi dirûşma “Em li vir in wê bi jinan re biguherînin” li parka Yogurtçuyê tê lidarxistin. Bi hezaran jin beriya mitîngê herikîn qawê.
Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi şalên mor ên avêtin stûyê xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Coş, tililî û dirûşmên jinan li tevahiya parkê belav bûye. Jinên ku park bi alayên Partiya Çepên Kesk xemilandin, li navçeya Sûltangaziyê hatin ba hev, bi wesayîtên rengê mor konvoyek çêkirin û ber bi qada mitîngê ve ketin rê. Jin, bi dirûşma “Jin jiyan, azadî” û nîşaneyên serkeftinê ketin qada mitîngê.
Li qada mitîngê pankartên “Sindoq emanetî jinan e” û “Em li vir in, di Çepên Kesk de ne” hatin vekirin û wêneyên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hatiye qetilkirin û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dayî hatin daliqandin. Jin, bi pankarta “Hûn bi xêr hatin” a bi 13 zimanan hatin pêşwazîkirin.
Jinên ku li ber stranan xelekên govendê gerandin, li Parka Yogurtçuyê reng û tercîhên xwe nîşandan. Jinên ku li hemberî polîtîkayên dijminatiya li jinan herikîn qawê, bi ken û coşa xwe nîşan dan bê ka wê encama hilbijartinan çawa be.
Jinan di heman demê de ji bo ewlehiya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi dirûşma “Sindoq amenetî jinan e” xebatên muşahidan kirin. Jinên dixwestin bibin muşahid, navên xwe nivîsandin.
Mitîng, bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Stenbolê, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş, Seroka Partiya Kewê (EMEP) a Stenbolê Sema Barbaros, dayikên ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan salekê Nobeta Edaletê girtin, Dayikên Şemiyê, Xizmên Windakiriyan û bi hezaran jinan dest pê kir.
Piştî axaftina destpêkê, Nagihan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, Denîz Poyraz û jinên din ên hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Dema ji bo jinên di girtîgehan de silav hatin şandin, girseyê bi yek dengî dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.
Piştî axaftina destpêkê, deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de dirûşma “Şehîd namirin” li qawê olan da.
Di mitîngê de ji ewil rêvebera Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê û aktîvîsta LGBTÎ+’yê Îsmaîl Temel axivî û wiha got: “Me coş û îradeya xwe li xwe kir û ji bo hilweşandina rejîma qesrê ya dijminê jinan têk bibin. Ji ber ku me di hilbijartinên 2015’an de nehişt ew bibe ‘serok’, AKP-MHP’ê li dijî LGBTÎ+’yan şer da destpêkirin. Sedema têkçûna malbatan û birçîtiya heyî rejîma yekzilam e.”
‘WÊ TÊKOŞÎNA JINAN BI SER KEVE’
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî diyar kir ku ji bo dirûşmên azadiyê biqîrin hatine ba hev û ev tişt anî ziman: “Em di carekê din nehatin vê derê. Me alaya têkoşînê ya Denîz Poyraz hilgirt û bi berxwewêriya Fîgen û Leylayan hatin vê derê. Em bi axîna Garîbe Gezer û bi hafizeya Aysel Tugluk hatin vê derê. Me bi berxwedanê xwe gihand vê derê. Em bi pora serhildanê ya Jîna Emînî re hatin vê derê. Serhildana me niha li tevahiya cîhanê deng vedide. Em di erefeya hilbijartineke pir krîtîk de ne. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xwe weke ‘şerê man û nemanê’ dibîne. Hewl didin pêşerojekê ava bikin lê dixwazin vê yekê bi serxistina tesfiyekirina kurdan pêk bînin. Dixwazin destkeftiyên me tune bikin, me bigirin û bi vî awayî pêk bînin. Lê çi bikin jî nekarîn me teslîm bigirin. Em ji bo guherîn û azadiyê hene û wê teqez bi ser kevin. Wê têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser keve.”
Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên jin ên Stenbolê derketin ser dikê û girse silav kirin. Jinên ku qad tije kiribûn, namzet bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin.
‘EM Ê DI 14’Ê MEHÊ DE GOVENDA SERKEFTINÊ BIGERÎNIN’
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî û ji ewil bi 3 zimanan girse silav kir û bi xêr hatina jinan kir. Uçar, wiha got: “Wê jin bi ser kevin û rejîma yekzilamî têk biçe. Rejîma yekzilamî herî zêde behsa me dike. Ji ber jin bi tu awayî rê nadin wan. Me soz daye Dayikên Aştiyê, Denîz Poyraz, Îpek Er, Leyla Guven û Gultan Kişanak’an û wê bi ser kevin. Partiya Çepên Kesk rawestgeheke me ya nû ye lê rengê mor ê jinan diparêze. Bi pergala hevserokatiyê me serdestiya mêran a li Tirkiyeyê hinek paşde xist. Em ê vê pergalê li her qada jiyanê belav bikin.
Em ê Wezareta Jinan ava bikin ku gotin û daxwazên jinan lê derbasdar bin. Ev dinya li ser keda jinan hatiye avakirin. Ji bo keda jinan a nayê dîtin, em ê mafê temînatê bînin. Em ê xwedî li keda xwe derkevin. Peymana Stenbolê mezintirîn tirsa îktîdarê ye. Têkoşîna jinan wê îktîdarê ji holê rake û Peymana Stenbolê dîsa têxe meriyetê. Li dijî edaleta mêran a îktîdar li ser me ferz dike, em ê Dadgeha Îltîsatê ya Jinan ava bikin. Wê tenê yek kujer jî bêceza nemîne. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye û divê di mijara muşahidan de em berpirsyartiyê li xwe bigirin. Ev hilbijartin wê pêşeroja me diyar bike. Wê bibe hilbijartina serkeftina jinan. Li gel rejîma yekzilam, Devlet Bahçelî axaftin kir û got; ‘Ew an wê cezayê muebbetê yê hefsê yan jî wê guleyan bixwin.’ Devlet Bahçelî tu diçî lê em ê li vir bin. Dibêjin; ‘wê ji sindoqê darbe derkeve.’ Wê jinên têkoşer biçin ser sindoqan û wê ji wan sindoqan azadî û demokrasî derkeve. Ya ku wê jê dernekeve hûn bi xwe ne. Rejîma yekzilamî ji bo çûyînê amade nîne lê jin ji bo şandina wan amade ne. Em li vir in û wê bi hev re biguherînin. Em ê di 14’ê mehê de govenda serkeftinê bigerînin.”